Li Tebqayê û gundewarên wê 20 çete hatin giritn

Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk yên li dijî Terorê dewamin.

Li herêma Tebqayê, QSD’ê 20 çeteyên ku hewil didan ewlehiya herêmê têk bibin, girtin.

Ji bo rêgirtina li pêşiya pîlanên terorê û hevkarên wê, QSD’ê li herêma Tebqa û gundewarên wê oparasyoneke taybet pêk anî.

Di oparasyonên li cihên terorê, gelek Çek, cebxane, belge, alavên lêgerînê û cilên leşkerî ku teroran pê êrişî welatiyan dikir, hatin dîtin.

QSD’ê belgeyên fermî yên çeteyên dewleta Tirk li cem girtiyan dîtin û diyar bû ku ew jî bi dewleta Tirk re ne.

Piştî lêpirsîna bi çeteyên girtî re QSD’ê û Hêzên Asayîşê diyar kirin ku çeteyan bi navê QSD’ê sûc û pîlanên xwe yên qirêj li dijî welatiyan pêk tanî.

QSD’ê û Asayîşê bang li her kesî kirin ku kesek gumanbar zirarê dide ewlehî û aramiya herêmê bibînin, yekser gazî wan bikin.

Back to top button