Li Silêmaniyê li dij siyasetmadar Ferhat Kondu êrişeke çekdarî pêk hat

Ferhat Bariş Kondu yê 33 salî kesekî kurd ji bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ye.
Ji ber rewşên siyasî ferhat mecbûr ma ku derbasî başûrê Kurdistanê bibe û li wir têkoşîna xwe bidomîne.

Lê MÎT’a Tirk li Silêmaniyê hewil da ku Ferhad bikûje. Hevalên Ferhad wiha behsa êrişa ku li ser ferhad hatiye kirin kir:

Ferhad karmendeke ofîsa Fîrmaya otobusan ya bi navê Can Diyarbekir e.

Ferhad duh bi sibê dema ku diçû deriyê ofîsa lê kardike veke, li ber ofîsê keseke rûpoş di serê wî de ye, dibîne.

Ferhat dema dikeve ofîsa xwe, ew kesê rûpoş di serê wê de ye, li pey Ferhad dikeve ofîsê û bi demancê êrişî Ferhad dike.

Gule li milê Ferhat dikeve û ew kes jî direve.

Piştre Ferhad ji bo nexweşxaneyê tê rakirin.

Berdevkê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûsa Çîfçî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:

“Ev bûyereke siyasî ye, nêzî sê salan îstixbarata Tirk li me digere, zextan li ser me dike û dixwaze em ji bo wan kar bikin.

Mûsa Çîfçî bang li NY’yê û YNK’ê kir ku li pêşiya van kirinan bisekinin.

Back to top button