“Em ê nehêlin bi navê Kurdistanê tiştek were çêkirin”

Tirkiyeyê careke din êrîşî navê Kurdistanê kir
Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî kurdan her carî bi awayeke xwe dide der
Vê carê di mijara “Kûm”de xwe da der
Nîjadperestên Tirk Kûmê ku navê Kurdistanê li ser bû şewitandin.
Başe ma başûrê Kurdistanê kargeheke nîne kû bikaribe Kûman bidûre?

Partiyên Başûrê Kurdistanê ku her timî xwe hezkiriyê kurd û kurdistanê nîşan didin, lê her carî bi dijminên sereke yên kurdan bi dewleta Tirk re di nav hevkariyê de ne.

Evhevkarî di asta leşkerî, siyasî û aborî de di asta herî jor de ye.

Ev parityên kurd ku bi navê Hevpeymana Kurdistanê dikevin hilbijartinan,

ji bo di hilbijartinan de bikarbîne kûmên ku navê kurdistan û logoya partiyên koalîsyonê li sere, ji bo dûritinê dane karsazeke Tirk, kû kargeha wî li navçeya Şalpazar a bajarê Trabzonê yê Behra Reş a Tirkî ye.

Hevşarêdarê navçeya Şalpazar ku di destê partiya nîjadperst MHP ya Tirkî de ye.

Dema ku pê hesiya li navçeya jêr kontrola wî de kûmên ku navê kurdistanê li ser tên dûritin, yek ser bi xebatkarên li gel xwe re di ser gargehê de girtin û hemû kûmên ku ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê hatibûn dûritin, şewitand.

Şaredarê faşîst ê bi navê Refîk Kûrû-kiz weke hinceta şewitandina kûman jî navê Kurdistanê nîşanda.

Şaredarê faşîst diyar kir ku “eme nehêlin li vir tiştek bi navê Kurdistanê çêbibe”.

Di rastiyê de Tirkên faşîst bi awayekî eşkere dijminatiya xwe ya bi kurdan re tînin ziman.

Tevî ku dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li dijî Kurd û Kurdistanê venaşêre, lê hin partiyên Başûrê Kurdistanê aşiqê celadên xwe bûne, di her alî de bi dijminê bav û kalan re di nav tifaqê de ne.

Ma gelo li başûrê Kurdistanê di 20 salan de kargeheke bikaribe kûman bidûre nehatiye vekirin?

Ger kargeh nibe jî ma li bakûrên Kurdistanê karsazên kurd qediyane?

Li Amed, Colemêrg, Wan, Dîlok, Êlih bi hezaran kargehên Kurdan heye.

Tenê gotinek vê rewşê pênase dike, partiyên Başûr evîndarê Celadên xwe ne.

Beriya niha jî li heman bajarî êrîş çêbibû

Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de jî dîsa li bajarê Trabzon ê Tirkiyeyê nîjadperestan êrîşî komek Kurdên ku ji Hewlêrê çûbûn geştiyariyê kiribûn.

Welatiyên Hewlêrî dema dixwestin bi kefiya ku nivîsa Kurdistan li ser hatibû nivîsandin re wêneyan bikişînin, rastî êrîşê hatibûn û piştre jî hatibûn dersînorkirin.

Back to top button