“Li ser banga ENKS’ê 15 Efrînî piştî vegeriyan mala xwe hatin girtin”

Kuştin, talankirin, revandin, koçberkirin û awarekirin..
Bi ser de jî xapandin û vedana xefkan..
Efrînî ji 19’ê Adara 2018’an ve ji ber hovîtiyê malên xwe dihêlin û koçber dibin..
ENKS’ê heye demek ji bo vegera wan bangê dike..
Rêxistina Mirovan a Efrînê-Sûriye eşkere kir ku hin koçber piştî vegerê, ketin xefka ENKS’ê û hatin girtin..

Li Efrîna dagirkirî, ji 2018’an ve her cure sûcên dijmirovî pêk tên..

Talan, kuştin, revandina jin û zarokan û desteserkirina malan hêj dewam in..

Tirkiyeya dagirker li şûna niştecihên resen, çeteyan bi cih dike..

Armanca wê qirkirin û jiholêrakirina koka Kurdan e..

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye, heya niha zêdeyî 8 hezar sivîl hatine revandin..

Piraniya wan jin, zarok û temezmezin in..

Malan jî desteser dikin, difiroşin hev û didin bi kirê..

Berdevkê Rêxistinê Îbrahîm Şîxo da zanîn ku ji destpêka 2021’ê ve, çeteyan 250 malên Efrîniyên resen desteser kirine..

Îbrahîm Şêxo got li gundê Tirindê tenê çeteyan destê xwe daniye ser bêtirî 10 malan..

Ya seyr, ew e cîhan beramber vê hovîtiya bêhempa kerlal e…!

Dewleta Tirkî qaşo ji vegerandina milkên Efrîniyan, komîteyek ava kiriye..

Îbrahîm Şêxo got ev komîte tenê nav e, ji ber ku girêdayî çeteyan e.

Li aliyekî din, ENKS’ê ji meha borî ve ji bo vegeran koçberên Efrînî propagandayê dike..

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku 15 Kurd piştî vegeriyan Efrînê, hatin girtin..

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku,

çeteyan ji bo berdana wan, heya 10 hezar dolar weke “fidye” ji malbatên wan xwestin..

malbatan piştî ku pere dan, hatin berdan..

Bi serê Efrîniyan de her sûc û hovîtî tê kirin..

Cîhanê xwe li bêdengiyê daniye..

Serkirdeyên ENKS’ê jî ji bo razîkirina qirkerên Kurdan, her cure gemar û qirêjiyan dikin..

Back to top button