Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk-KPC-D li Helebê yekemîn dibistana ku tê de waneyên bi materyalên Rêveberiya Xweser tên dayîn, vekir.
KPC-D’ê li Helebê yekemîn dibistana bi navê şehîd Qehreman Efrîn vekir ku tê de materyalên Rêveberiya Xweser ên bi zimanên erebî û kurdî tên dayîn.
Dibistan li Kolana Mizgefta Mezin a Şêxmeqsûdê ye.
Komîteyê dibistan ji bermahiyên şer paqij kir û ji nû ve restore kir.
Komîteyê diyar kir ku di vê dibistanê de dê zêdetirî 600 xwendekarên refên seretayî, navîn û amedehî were perwerdekirin.
Endamê rêveber ê KPC-D’ê Mihemed Behrî, têkildarî vekirina dibistanê de axivî û dazanîn ku wan di 5’ê îlanê de dibistan vekirine.
Behrî balkişand li ser cûdahiya perwerdeya rêveberiya xweser û got:
“Di materyalên Rêveberiya Xweser de cudahiyeke balkêş heye, ew jî tê de du madeyên girîng hene; jineolojî û çand û sinc.”
Behrî bang li şêniyan kir û ev tişt got: “Divê zarokên we bi zimanê dayikê fêr bibin da ku civak li gorî qonaxa heyî bi pêş bikeve.”