MÎT’a Tirk bi êrişeke çekdarî şoreşgerê Kurd Yasîn Bulut şehîd kir

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ji bo xwedermankirinê li Silêmaniyê bû..
Komîteya PKK’ê ya Têkiliyên Derve ya PKK’ê ragihand ku Ysîn Bulut vê sibehê bu guleya MÎT’a Tirk şehîd bû.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut, ê ku bi navê Şukrî Serhed tê naskirin, ji bo xwedermankirinê çûbû bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê..

Komîteya PKK’ê ya Têkiliyên Derve ya PKK’ê ragihand ku vê sibehê, dora saet 9, li dij Yasîn Bulut êrişeke çekdarî pêk hat..

di encamê de, şehîd bû..

Komîteya PKK’ê ya Têkiliyên Derve ya PKK’ê got êrişa li dij Yasîn Bulut bi destê MÎT’a Tirk pêk hatiye..

Yasîn Bulut sala 1957’an li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye..

Sala 1978’an tev li tevgera azadiyê PKK’ê dibe..

Ji 12’ê Îlona 1980’yî heya 1991’ê li zindana Amedê girtî maye..

Yasîn Bulut zêdeyî 15 salan karê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê kiriye..

Niha jî, bi destê qirker û nokerên Kurdan hate şehîdkirin..

Back to top button