Îran bû endamek sereke yê Rêxistina Hevkariya Şenghay

Serokomarê Îranê Ibrahim Reîsî ragihand ku welatê wî ji bo endamtiya sereke ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê hatiye qebûlkirin.

Ibrahîm Reîsî ji bo berşdarî Civîna Serokwezîrên Dewletan bibe doh berê xwe dabû paytexta Tacekîstan Duşenbe yê.

Reîsî têkildarî geşedanên dawî axivî û ji ber pejirandina endamtiya Îran a ji rêxistinê re keyfxweşiya xwe anîziman.

Serokomarê Îranê her wiha diyar kir ku ew ê di siyaseta xwe ya ji derve de girîngî bi welatên Asya bidin û wiha got.

“Xurtkirin pêwendiyan bi welatên herêmê re, nemaze bi welatên cîran re, yek ji xalên sereke yên armanca Îranê ye.”

Di nava demên derbasbûyî de, Îran mîna Efxanistan, Moxalîstan û Belarûs bi rola çavdêriyê radibû.

Hêjayî gotinê ye, Rêxistina Hevkariya Şenghay 1996’an bi beşdarbûna 5 welatan li bajarê Şangay yê Çînê hate damezirandin.

Piştî 2001’an Ozbekîstan, pakistan û Hindistan jî bûn endamên sereke yên rêxistinê.

Şenghay weke NATO ya Rojhilat tê naskirin.

Welatên endam, di warê aborî, çandî û ewlekariyê de hevkariyê dikin.

Back to top button