LEYLA GUVEN 164 ROJIN LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞE

Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe ev 164 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Her wiha çalakiyên li girtîgehan û derve jî bi îradeyek xort didome

Leyla Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an ve li dijî tecrîdê li ber xwe dide.

Îro çalakiya Guven di roja 164’an de ye.

Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 126 roj in berdewam dike.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 50’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button