HPG: Li Werxelê artêşa Tirk ji ber gerîla nikarin bipêş ve biçin

Li başûrê Kurdistanê bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker re, gerîlayan jî berxwedanî geş kiriye.

HPG’ê ragihand ku li qada berxwedanêya Werxelê dagirker ji ber berxwedana gerîla nikarin bi pêş ve biçin.

HPG’ê her wiha got, Ti têkliya wan bi bûyera 15’ê Îlonê ya li hemberî hêzên PDK’ê hatiye kirin re nîne.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser berxwedana gerîla ya li herêma Werxelê ya Avaşîn û rewşa dawî agahî parve kir.

Li gorî vê,

16’ê Îlonê saet di navbera 19:45-22:00 de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Piştî vê bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê, lê di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî.

Dagirker li pêşberî berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin.

Heman rojê artêşa dagirker herêma Garê bi balafirên şer qada Kafyayê bombebaran kir.

16’ê Îlonê jî li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan gundên herêma navçeya Amediyê bombekirin.

Di heman demê de, herêmên Zapê jî hatin bombekirin.

Li aliyekî din, hêzên Îranê di navbera 8-15’ê Îlonê de qadên Berbizina, Goşînê, Girê Şehîd Laşer û Kelaşînê bi balafiran û hawanan bombebaran kirin.

HPG: Ti têkliya me bi bûyera li hemberî hêzên PDK’ê re nîne

HPG’ê diyar kir ku ti têkliya wan bi bûyera 15’ê Îlonê ya ser bi ser Dinartê ku li hemberî hêzên PDK’ê hatiye kirin re nîne.

HPG’ê ku îdiayên ser xwe redkirî got,

Ne rast e ku rayedarên PDK’ê beriya ku bûyerê lêkolîn bike, yekser tevgera me sûcdar kirin.

Ev yek dûrî ji rastiyê ye.

Back to top button