PKK: Êrişa li dijî Şukrî Serhed li dijî tevahiya gelê Başûr û aramiya Silêmaniyê ye

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku êrişa li ser Şukrî Serhed êrişeke li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmaniyê ye.

PKK’ê diyar kir ji bo xwedî derketina li bîranîna Şukrî Serhed ewê têkoşînê mezin bikin û bang li gelê Kurd yê başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û kesayetan hemuyan kir ku helwestê nîşan bidin û xwedî li Yasîn Bûlût derkevin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a faşîst MÎT û kontrayên noker ên ser bi wan ve, du roj in li bajarê Silêmaniyê êrişî welatparêzên Kurd ên Bakurî û kadroyên wan dikin.

PKK’ê bal kişande li ser qetilkirina Şukrî Serhed û wiha got,

“Serê vê sibê hevalê me Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) li Silêmaniyê ku ji bo tedawiyê lê bû, li ber mala ku lê dima bi rengekî hovane hat qetil kirin. Hevalê me Yasîn Bûlût serê sibê ji malê derket ji bo biçe nexweşxaneyê. Di vê kêliyê de kontrayekî Tirk ji pişt ve nêzî wî bû, lê da û ew şehîd xist. Ev kuştina bi hovane ne tenê êrişek li dijî me ye, êrişek li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmaniyê ye.”

PKK’ê qetilkirina welatparêzê Kurd Ferhad Bariş Kondu ku penaberekî siyasî ya ji bakur bû jî bibîrxist û diyar kir
Rûdana van herdu bûyeran li pey hev, nîşan dide ku Erdogan ê faşîst û rêxistina wî MÎT’ê bi rengekî plankirî dest bi rêzekomkujî û kuştinên siyasî kiriye.

PKK’ê wiha dewam kir,

” MÎT a Tirk li vê derê ewçend bi hêsanî û serbest terora dewletê ya daîmî dike. Ji ber vê yekê jî di serî de hikumeta Başûr divê berpirsyarên herêma Silêmaniyê tavilê daxuyaniyeke lezgîn bidin û tedbîrên pêwîst hemûyan werbigirin.

Eger dewleta Tirk a faşîst dikare ku li her parçeyekî Kurdistanê komkujiyan bike, ev yek li me Kurdan ferz dike ku bi lezgînî helwesteke hevpar nîşan bidin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê di dawiyê de diyar kir ji bo xwedî derketina li bîranîna Şukrî Serhed ewê têkoşînê mezin bikin û bang li gelê Kurd yê başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û kesayetan hemuyan kir ku helwestê nîşan bidin û xwedî li Yasîn Bûlût derkevin.

Back to top button