Li Silêmaniyê êrişa li dijî şoreşgerên Kurd

Belê her têkildarî şehîdkirina Şukru Serhed Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî û Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê bertek nîşan dan.

Di peyamên de hate gotin, Wê heyîfa şehîd Şûkrî were hilanîn, Kujer werin gitin û radestî dadgehê werin kirin.

Têkildarî şehîdkirina Şoerşger Sukru Serhet ya ji aliyê dewleta Tirk ve hêrseke mezin derket pêş û êriş hat şermezar kirin.

Bi vê armancê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê daxuyaniyek da û got:

Dewleta faşîst a Tirk bi êrîşên xwe yên berfireh, tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dike armanc.

Ji ber vê bi rêbazên şer ên dermirovî, êrîşê tevgera me dike.

Komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst ku nêzî 5 mehin li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla nekare encamê bigire, hewl dide bi pêkanîna êrîşên qirêj yên bi destê hevkaran, li ser Başûrê Kurdistanê encam bidest bixe.

Her dawî hevalê me Şukri Serhat bi êrişeke nemerdane li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê şehîd kir.

Komîteyê dawiyê got, bila bê zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên şoreşê bê hildan.

Qubat Talebanî: Kujerên Şukrî Srhed bigrin û radestî dadgehê bikin

Li ser bûyera şehîdkirina şoreşgerê Kurd, Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî peyameke şermezarkirinê da û bang li aliyên ewlekariyê kir ku şev û rojên xwe ji bo girtina kujeran veqetînin û kujeran radestî dadgehê bikin.

“Pêwîste hikumeta Başûr rê li pêşiya êrişên wiha bigre”

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî êrişa MÎT a Tirk nîşan dan û wiha got:

Welatî Ferhad Bariş Kondu doh di êrîşekê de birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Îro jî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat şehîdkirin.

Eger hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan nede, wê rojane jiyana welatî û xelkê başûr di metersiyê de be.

HDP’ê bang li Asayîşa Silêmaniyê kir ku kujerên Serhed bibînin û radestî dadgehê bikin.

HDP’ê ev bûyer bi metirsîdar binav kir û ji hikumeta başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku berpirsyartiyên xwe yên neteweyî pêk bîne û rê li pêşiya bûyerên wiha bigire.

Back to top button