Fermandarê QSDê’ Mezlûm Ebdî bi rûspî û şêniyên Dirbêsiyê re civîya

Li herêmên Rêveberiya Xwerser yên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo aramiya heyî ji holê were rakirin, şereke taybet tê meşandin. Her çiqasî ev yek li gorî dilê wan pêk ne hatibe jî lê şêniyên bandor dibin jî hene.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi armanca zelalkirina rewşa heyî û guhdarkirina gilî û gazinên şêniyan,bi rûspî û şêniyên Dirbêsiyê re civiya. Di civînên de rewşa siyasî hate nirxandin û pirsgirêkên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rûspî û şêniyên Dirbêsiyê re civiya.

Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî, xizmetguzarî û gurhdarkirin li daxwazên şêniyên herêmê û hişyarkirian wan ji tevliheviyên ku li herêmê têne kirin pêk hat.

Di civînê de 200 ji rewşenbîr û rûspiyên Dirbêsiyê amade bûn.

Destpêka civînê mafên axaftinê ji bo beşdaran re bûn.

Beşdaran pirsa rewşa siyasî, rewşa ku herêm tê re derbas dibe, metirsiyên heyî, pirsgirêkên xizmetguzarî û tevliheviyên ku di herêmê de têne kirin, kir.

Fermadarê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştî ku li pirs û nerînên şêniyan gudar kir, rewşa siyasî nirxand û bersiva pirs û daxwazên beşdaran da.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku armanc ji şerê taybet yê li herêmê tê kirin, koçberkirina şêniyane û wiha got:

“Di deh salên derbasbûyî de, me têkoşîneke pir mezin kir, bi dehhezaran şehîd û birîndar da, da ku em vê rojê bibînin. Êdî dem hatiye ku em encama vê têkoînê bibînin û mezintir bikin.

Back to top button