Artêşa Tirk a dagirker li gundê Dibis ê Eyn Îsayê 4 sivîl şehîd kirin

Artêşa Tirk a dagirker carke din sivîlan kir armanc û di encama êrişa artêşa qirker a li ser gûndê Dibis ê Eyn Îsayê de yek jê zarok 4 sivîl Şehîd bûn.

Artêşa dagirker beriya çend saetan bi awayeke bê serû ber sivîlên gûndê dibis ê Eyn Îsa tobaran kir.

Di encama topbarana artêşa qirker de yek jê zarok 4 sivîl şehîd û 3 birîndar bûne.

Sivîlên birîndar ji aliyên şêniyên li herêmê ve ji bo nexweşxaneyan hate vegûhestin.

Êrişa artêşa dagirker a li ser Minbicê hate têkbirin

Her wiha artêşa dagirker doh êrişê gûndewarê Minbicê kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa dûh de daxuyan da.

Navendê diyar kir ku êrişa çeteyan a li ser gundê Seyade, Um Edese, Um Cilûd û Ereb Hesen ên li bakurê rojavayê Minbicê hate têk birin

Back to top button