EL-QEFTAN: NE JI MAFÊ TI KESÎ BI HINCETAN DESTWERDANA HERÊMÊ BIKE

Serokê Partiya Sûriyaya Paşerojê Ibrahîm El-Qeftan armancên Tirkiyê yên ji bo avakirina herêma “ewle” li Sûriyê nirxand.

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku ne ji mafê kesên ji derve ye, bi hincetan mûdaxeleyî herêma me bike.

Eger pêwîstî bi herêma “ewle” hebe, bila gelê Sûriyê vê herêmê ava bike û bi rêve bibe.

Serokê Partiya Sûriyaya Paşerojê Ibrahîm El-Qeftan armancên Tirkiyê yên ji bo avakirina herêma “ewle” li Sûriyê nirxand.

El- Qeftan diyar kir ku îsrara Tirkiyê ya ji bo mijara avakirina herêma “ewle” ew e ku Tirkiye baş dizane têkiliyên wê bi Emerîka re ji bo pêkanîna vê projeyê têk diçin.

El-Qeftan got: “Tirkiye naxwaze herêmeke “ewle” wekî ku armanc dike, ava bike.

Tirkiye dixwaze projeya Neteweya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêşnekeve.

Dixwaze sîstemeke navendî li herêmê ava bike, mîna ya li Tirkiyê ava kiriye.”

Îbrahîm El-Qeftan dest nîşan kir ku armanca Tirkiyê ya avakirina herêma “ewle” ew e ku aloziya herêmê kurtir bike û wiha anî ziman:

Divê rejîma Sûriyê piştgiriyê bide gelê xwe.

Nabe rejîma Sûriyê, Tirkiyê bike kaxezeke zextê li dijî gelê Sûriyê. Berovajî wê divê herêmê biparêze.”

Serokê Partiya Sûriyaya Paşerojê El- Qeftan diyar kir ku QSD, MSD û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî dibînin ku pêwîst e hemû cîhan beşdarî şerê tinekirina terorê bibin û got:

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna cîhanê şerê terorê dike.

Serokê Partiya Sûriyaya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Gelê herêmê mafdarin ku aramiya herêmê biparêzin. Ne ji mafê kesên ji derve ye, bi hincetan mûdaxeleyî herêmê bikin. Eger pêwîstî bi herêma “ewle” hebe, bila gelê Sûriyê vê herêmê ava bike û bi rêve bibe”

Leave a Reply

Back to top button