Meşa dirêj a ku ji Kolnê dest pê kir li Aachenê bi dawî bû

Meşa dirêj a ku Kurdên li Almanyayê ji bo Rêber Apo ji Kolnê dest pê kiribû, li Aachenê bi dawî bû..Lê li wir, li Aachenê, destpêkê nijad-perestan, paşê polîsan êrişî ciwanan kir.

Kurdên li Ewropayê her sal weke kevneşopiyekê, ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan ji bajarekî heya bajarekî din dimeşin..

Berî çend rojan xort û jinên Kurd bi dirûşma,

“Dest bidin dest, mil bi mil, werin cenga azadiyê”

ji bajarê Kolnê ya Almanyayê dest bi meşa dirêj kir..

Di roja 5’an a meşê de, piştî ku ciwan gihaştin bajarê Aachenê, nijad-perestên Tirk êrişî wan kir..

Polîsan jî, ji xwe re temaşe dikir..

Di êrişa nijadperestan de ciwanek birîndar bû..

Girseya ciwanan li ser helwesta polîsan nerazîbûn nîşan da..

Lê ji ber dirûşma “Bijî Serok Apo”, polîsan êrîşî ciwanan kir..

Di encama êrişê de polîsan ciwanekî Tevgera Ciwanên Şoreşger binçav kir..

Back to top button