Balafirên şer ên Rûsiyayê bi 6 topan baregeha dewleta Tirk a li Efrînê kir hedef

Balafireke şer a Rûsyayê baregeha artêşa Tirk a dagirker a li çiyayê Şêx Berekat ê li beramberî Efrînê kir hedef.

Balafireke şer a Rûsyayê baregeha leşkerên Tirk a dagirker a li çiyayê Şêx Berekat ê navçeya Daret Îze yê gundewarê rojavayê Helebê bombebaran kir.

Li gorî nûçeyên Roj News ku baregeha ku bi 6 derbeyan hate hedefkirin ew mestirîn baregehên dagirkeriya Tirk li herêmêye.

Çavkaniyan diyar kir ku bomebebaran, hewmwextî civîna fermandarên çeteyên Heyet Terhrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li navenda burcên peywendyên telefonên destan û înternêta Tirk pêk hat.

Heya niha ti agahî li ser ziyanan nehatiye bidestxistin.

Tê zanîn ku Şêx Berekat ji rêzeçiyayên Lêlûn ê li beramberî navçeya Şêrawayê ye.

Back to top button