QSD’ê piştî 3 salan du eşîr li Kobanê li hev anîn

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD’ê ya kantona Kobanê piştî 3 salan ji nakokiyên di navbera herdu eşîrên Ereb Ceys û Tey de ew li hev anîn.

Rûniştina lihevanînê li gundê Bîr Dahir a navçeya Sirînê yê başûrê bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêmê û rûspiyên eşîrên Ereb ên Sirînê û bajarê Minbêc beşdarî civînê bûn.

Ji bo lihevanînê nûnerên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn du kon li gund vedan.

Di civînê de şêxê Qebîleya Tey, Hemîd El-Nayif, Ebdulrezaq El-Ehmed axivî û got,

“Di van rojên dijwar de ku welatê me tê re derbas dibe, efûkirin, sebir, lêborîn û dûrketina ji nakokiyan tê xwestin.”

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD’ê ya kantona Kobanê Ezîz Ehmed jî wiha got:

“Em vê lihevanînê pîroz dikin, ji ber aştiya civakê bingeha fikirê neteweya demokratîk û biratiya gelan e. û heya ku nakokî hebin em rehet nabin.

Piştî bi dawî bûna axaftinan herdu eşîr li hevhatin.

Back to top button