Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 283 kesên din bi vîrûsa Corona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmê 283 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr Ciwan Mistefa da zanîn ku 153 mêr, 130 jin bi Corona ketıne

Mistefa diyar kir ku 7 pêketiyên din ji ber vîrûsa corona mirin.

Ew jî ji van herêmane,3 mêr ji Hesekê, du mêr û jinek ji Qamişlo û jinek ji Minbicê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya niha 24 hezar û 247 kes bi vîrusê ketine, ji wan 831 kesî jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 42 kes jî baş bûne.

Back to top button