Cenazeyê Şukrî Serhed li Qendîlê hat veşartin

Doh MÎT a Tirk li Silêmaniyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê re Yasîn Bûlût şehîdkirin. Cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana şehîdan a binêrê Qendîlê hat veşartin.

Di merasîmê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê Ebdulwehab Ehmed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser şehîd Şukrî Serhed bi tundî hat şermezarkirin wiha hat gotin,

“Divê dijmin baş bizanibe, xwîna şehîd Şukru li erdê namîne.

Em ê têkoşîna ku Şehîd Şukrî di nava 40 salan de kirî mezintir û zêdetir bikin.”

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah jî di merasîmê de axivî.

Mihemed Abdullah anî ziman ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji şehîdkirina Şukru Serhed berpirsyare.
3

Back to top button