ÇETE Û NANDOZÊN RIKBERIYA SÛRÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ REWA DIKIN

Çetetiya dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê ne tenê li ser erdê di warê dizîn, talan, binpêkirin û revandinê de ye.

Lê belê ew derbasî çarçoveya siyasî û propagandayê jî dibe, ew jî bi riya nandozên siyasî yên dikevin bin sîwana rêxistina Îxwan El-Musilmîn e.

Îxwan El-Musilmîn jî li piraniya dewletan weke rêxistineke terorîst hatiye naskirin.

Em bi hev re li vê dosyayê temaşe bikin.

Çetetiya Îxwan El-Musilmîn li dijî Efrînê di çarçoveya siyasî û medyayî de jî dewam dike.

Ji ber nandozî û çetetiya wan ji dagirkeriya Tirk re, weke xwedî hêz xwe didîtin.

Despêka aloziya Sûrî, nêzî 70 dewletan bi navê “Dostên Sûriyê” li hev diciviyan û piştigiriya xwe ji Îxwanan re dikirin.

Lê hema Pîvanên siyasî hatin guhertin û dostaniya wan dewletan bi rikberiya Sûrî re rawestiya, her wiha dewleta Tirk a dagirker jî ew firotin.

Yek ji wan nandozan berdevkê Desteya Danûstandinê ya Sûrî ya girêdayî Koalisyona rikber e.

Ew kes Yehye El-Irêdî  ye, beriya 2 rojan der barê dagirkirina Efrînê hin gotin ji devê wî derketin.

El-Irêdî  gotibû ku mafê şêniyên Xûtayê ye ku li ku derê bixwazin dikarin bi cih bibin, çi li Efrînê û çi jî li devereke din.

Ev kes hewl dide dagirkirina Efrînê ji aliyê rêjîma AKP ve rewa bike, bihaneya wî jî ew e: Efrîn bajarekî Sûrî ye.

Lê hema bi Sûrîkirina Efrînê, xuya ye vî kesî ji bîr kiriye ku bêtirî 25 hezar çeteyên bi navê “Artêşa Azad” di bin ala dewleta Tirk de êrîşî Efrînê kir.

Ev ê ku qala Sûrîbûna Efrînê dike, qaşo birayên wî yên Îxwan El-Musilmîn bi fermana dewleta Tirk ew herêm dagir kirin.

Divê ji Yehye El-Irêdî  re were bîrxistin ku Efrîn yekem bajarê Sûrî li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da.

Lê hema li herêmên bakurê Helebê û Idlibê qaşo rikberiya Sûrî artêşa dagirker bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Ji aliyekî ve, ev çete Sûrîbûna Efrînê bi bîr dixe, lê ji aliyekî din ve ji bîr dike ku şêniyên bêtirî 17 gund û bajarokên parêzgeha Idlibê daketin qadan û xwestin ji xaka Sûriyê werin qutkirin û tevlî Tirkiyê bibin.

Pêşiyan gotibûn: “Çavên li deriyan, xwelî li seriyan”, rewşa rikberiya Sûrî wisa ye.

Di dema ku Yehye El-Irêdî  û nandozên mîna wî li ser guhertina demografîk li Şam û Humsê qaşo rondik dibarandin, bi kêfxweşî demografiya Efrînê guhertin.

Divê were bibîrxistin ku heya 2013’an, Yehye El-Irêdî  şêwirmendê wezareta ragihandinê ya rêjîma Sûrî bû.

û çîrok didome.

Leave a Reply

Back to top button