Saziyên hiqûqî ji bo rakirina tecrîdê ji CTP xwestin têkeve nava tevgerê

Bi dehan ji saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji CTP xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bikeve nava tevgerê.

Bi dehan saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji bo Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê serdana Komîteya Pêşîgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir.

Di serlêdanê de hat gotin hevdîtina bi rêber Apo û girtiyên din yên li Îmraliyê bi parêzeran re bi awayekî bêhiqûqî tê astengkirin.

Saziyan ji bo rakirina qedexeya hevdîtina parêzeran bi miwekîlên xwe re ji CPT xwestin ku bikeve nava tevgerê.

Back to top button