Di encama topbarana li ser Şehba yê leşkerekî hikûmeta Şamê birînda bû

Artêşa dewleta Tirk gundên Miniq û Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kir, leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Êrişên dewleta Tirk a qirker û çeteyê wê li dijî herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.

Îro artêşa dewleta Tirk gundên Miniq û Şêx Îsa yên Şehbayê da ber topan.

Di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir

Vê sibehê jî artêşa dewleta qirker gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ev 4 rojin êriş li ser gundê Dirdara ranewestiyan e.

Doh jî artêşa dewleta Tirk a qirker gundê Dibis ê Eyn Îsa topbaran kir.

Di encamê de yek jê zarok 4 sivîl şehîd û 3 birîndar bûn.

Back to top button