Talîban: Şagirt û mamosteyên mêr tenê dikarin biçin dibistanan

Belê, roj bi roj eşkere dibe Talîban berevajî sozên xwe tevdigere..

Wezareta Perwerdeyê ragihand ku li seranserê Efxanistanê, şagirt û mamosteyên “Mêr” tenê, dikarin ji nû ve dest bi xwendinê bikin.

Talîban berî ku Efxanistanê kontrol bike, soz dabû ew ê mafên jinan biparêzin..

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî berî niha ragihandibû ew ê bihêle jin li dibistan û zanîngehan bixwînin..

Lê belê heman Wezaretê duh ragihand ku şagirtên refa 6’an heya 12’an û perwedekarên “Mêr” dikarin biçin dibistanan..

Vê yekê, hêrsa Efxanan tev rakiriye..

Talîbanê her wiha Wezareta Karêbarên Jinan betal kir û li şûna wê wezareta anku “Handana Qenciyê û Dûrketina ji Xirabiyê” vekir..

Li gel Talîbanê, berî 20 salan, wezareta navbirî hebû, her wiha yekcar nedihişt jin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin..

Back to top button