“Divê PDK gava xwe li paş bixe, biryara êrişa HPG’ê ne biryara serkeftina gelê Kurd e”

Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kirin ku siyaseta PDK’ê ya şaş û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re, dê xisarên mezin ji Kurdan re bîne.

Rewşenbîran bang li PDK’ê kir da ku nebe hevkarê dijminan û li dijî birayê xwe nesekine.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê li ser tevgera hêzên PDK`ê li derdora Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina gerîlayên HPG`ê axivîn.

Rewşenbîran da xuyakirin ku dewleta Tirk bi saziyên xwe yên îstixbaratî û leşkerî Başûrê Kurdistanê kirine herêmeke Tirkî.

Her wiha eşkere kirin ku ji ber HPG`ê bi lîstokên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan dizane, tenê banga hişyariyê li PDK`ê dike û naxwaze tişta bi dilê dewleta Tirk bibe.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê gotin ku ew naxwazin dewleta Tirk a qirker çîrokeke serkeftinê li dijî Kurdan bi destê PDK`ê bi destbixe û wiha dewam kir:

“Divê PDK paş gavbavêje, ji ber ku ev biryar ne biryara serkeftina gelê Kurd e. PDK bi saya gerîla heye, divê pdk dev vê siyasetê berde”

Back to top button