Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî ji bo şehîdkirina Şukrî Serhed daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê banga hevgirtinê li dijî planên dewleta Tirk a qirker kir.
TEV-DEM’ê anî ziman ku şehîdkirina Şukrî Serhed ne sûcê yekê yê dewleta Tirk e û got:
”Vê bûyerê diyar kir ku îstîxbarata Tirk rewşa ewlehiyê li Başûrê Kurdistanê dike ne hêzên ewlehya hundirîn a herêmê.”
TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd kir ku hevgirtî bin da ku planên dewleta Tirk têk bibin û got,
”Pêwîste hemû hêzên neteweyî û siyasî û beşê civakî helwesteke hevpar li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk nîşan bidin.”