Li Nablusê artêşa Îsraîl êrişî Filistîniyan kir, herî kêm 217 kes birîndar bûn

Di nava demên dawiyê de, li herêma Rojavayê Şerîa Îsraîl bi rêyên neqanûnî avahiyan lê dike.

Li dijî vêyekê jî Filistînî di nava xwepêşandanan de ne.

Di encama êrişa leşkerên Îsraîl ya li bajarê Nablus de herî kêm 217 Filistînî birîdar bûn.

Filistîniyên li navçeyên Bayta û Beyt Dajan ên bajarê Nablusê yê Şerîa ya Rojava kom bûn û avahiyên neqanûnî ku ji aliyê Îsraîlê ve tên çêkirin şermezar kirin.

Leşkerên Îsraîlî ji bo belavkirina xwepêşandêran gaza îsot û guleyên rast bikar anîn.

Berpirsê Heyva Sor a Filistînê Ehmed Cibûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên leşkerên Îsraîl ya li dijî xwepêşandanên li Nablus de 217 Filistînî birîndar bûn.

Cibûrî diyar kir ku 35 kes bi fîşekên plastîk hatine birîndarkirin.

Beriya vê daxuyaniyê Cibûrî jimara birîndaran weke 46 ragihandibû.

Back to top button