OMER: ME KOMISYONEK AVA KIRIYE Û DEST BI HEVDÎTINAN KIRIYE

Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî Dr. Ebdulkerîm Omer û Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso derbarê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî axivîn.Rayedaran diyar kirin ku komisyonek hatiye avakirin û dest bi hevdîtinan kiriye.Her weha dest nîşan kirin ku hedefa yekemîn ji bo darizandina çeteyan avakirina dadgeheke navdewletî ye.

QSD’ê piştî ku li Bakur-Rojhilatê Sûrî dawî li DAÎŞ’ê di aliyê leşkerî de anî , bi giştî jin û zarok jî di nav de 72 hezar çeteyên DAÎŞ’ê xwe radest kirin.

Ji 54 welatên cûda yên cîhanê çete û malbatên wan hatine girtin, niha rewşa wan wê çawa tê gotûbêj kirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî Dr. Ebdulkerîm Omer ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Ebdulkerîm Omer diayr kir ku piştî serketina QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê komîsyonek hat ava kirin û dest bi hevdîtinan kirine û got:

Hevdîtina me bi welatên ku cihê xwe di nava koolîsyona li dijî DAÎŞ’ê de hat kirin, Hemû aliyan teqezî li ser avakirina dadgehekî navnetewî kirin.

Ji ber ku ev kesên girtî di êrîşeke muhtemel de firsenda revê bibînin hem wê ji bo me û hem jî ji bo cîhane bibe gefeke mezin.

OMER: YAN WÊ HER WELATEK WELATIYÊ XWE BIGIRE, YAN WÊ LI VIR WERIN DARIZANDIN

Omer diyar kir ku li pêşiya wan du rê hene û ev tişt anî ziman;

Yan wê her welatek hemwelatiyên xwe bigre, ku heta niha tu welat ne aligirê vê ne.

Yan wê li vir werin darizandin.

Ev jî piştgiriya navnetewî dixwaze.

Eger van herdu hilbijartin jî qebûl nekin divê alternatîfa xwe pêşkêş bikin.

Lê ya em dibînin tu alternatîfek ya wan jî tune ye.”

Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebdulkerîm Omer herî dawî got pirsgirêk ‘pirsgirêkekî navnetewî ye’ û wiha domand;

Em van tiştan bi tena serê xwe nakin. Divê qada navnetewî bibe alîkar.

Niha mijar nû ye û hevdîtinên me didomin. Em bi bawerin ku em ê bihevre li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin. Ji ber ku alternatîfek din nîne.”

EYŞE HISO: DIVÊ MESELEYA DAIŞ’Ê BI RENGEKÎ STRATEJÎK WERE ÇARESERKIRIN

Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso jî derbarê heman mijarê de işaret bi berpirsyariya hêzên navneteweyî kir û got, di mijara girtiyên DAÎŞ’ê de pêwîstî bi çareseriyeke stratejîk heye, naxwe metirsî hîn jî didome.

Leave a Reply

Back to top button