Li Eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê ji ber barana zêde û qezayan 40 kes mirin

Li Eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê, ji ber barana zêde û qezayên rûdayîn 40 kesmirin.

Barana zêde ya bênavber ku li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê bariya, bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Ji ber kombûna avê ya li kuçe û kolanên bajar, tevgerkirin zehmet bû.

Piştî barana zêde, di qezayên ku li herêmên cuda yên eyaletê de rûdan, 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din di peydakirina pêdiviyên jiyanî de jî zehemtî derketine.

Li hinek herêman ev 2 rojin elektirîk qut bûye.

Her wiha xanî xera bûne û gelek heywan jî telef bûne.

Hikumeta welat, raya giştî agehdar kir ku wê baran dewam bike û ji bo 2 rojan jî dibistan hatin girtin.

Back to top button