Mckenzie: Kesên di rêişa li nêzî balefirgeha Kabulê de hemû sivîl bûn

Li Efxanistanê 29’ê Tebaxê hêzên DYA li herêmeke nêzî Balefirgeha Kabula paytext êrişek pêk anîbûn.

Di encamê de, 10 kes miribûn.

Piştî derbasbûna 20 rojan, Amerîka li wê yekê mikur hat ku kesên di êrişê de hatine kuştin hemû sivîl bûn.

Ev mikur hatin jî ji aliyê Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA’yê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie ve hate kirin.

Kenneth McKenzie encama êrişa 29’ê Tebaxê ya li herêmek nêzî Balefirgeha Kabulê eşkere kir.

Mckenzie li wê yekê mikur hat ku di êrişê de 7 jê zarok 10 sivîl hatin kuştin.

Fermandarê CENTCOM ji ber bûyerê lêborîn xwest.

Kenneth McKenzie yê bi rêya vîdeo konferans axivî, li wê yekê jî mikur hat ku kesên di maşîneyê de hatin armanckirin, ti metrsiya wê li ser leşkerên wan û têkliya xwe bi DAIŞ-Xuresanê re nebû.

McKenzie bi domdarî got,

“Ev êrîş ji bo xetereya lezgîn ji hêzên me û sivîlên ku me derxistin dur bixin re bû.

Ji ber bûyera rûdayî ez tevaî berpirsyariyan li xwe digrim.

Back to top button