Fransa, balyozên xwe yên li Waşîngton û Kanberra paşde vekişand

Bazar û berjewendiyan di nava welatên Rojavayî de alozî derxistiye.

Ji 15’ê Îlonê roja ku Awistralya ji peymana bi Fransa re vekişiya û li gel DYA peymanek nû ava kir, ji Parîsê bertekên tund derdikevin.

Herî dawî bi fermana Serokomarê Fransa Macron, balyozên Fransa yên li Waşîngton û Kanbrra paşde hatin kişandin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransa Le Drian jî got,

Ew ji piştê ve hatine kêrdan.

Li nava welatên Rojava peymana keştiyên binav bi xwere alozî daye avakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku bi fermana Serokomar Emmanuel Macron, balyozên Fransa yên li Waşîngton û Kanberra paşde vekişandine.

Le Drian diyar kir ku armanca vekişîna balyozan li ser şêwirê pêk hatiye.

“Devjêberdana projeya jêrzemînê ya Awusturalya ku ji 2016’an ve bi Fransa re dide meşandin û ragihandina hevkariyek nû bi DYA re, di navbera hevalbend û hevkaran de helwestek nayê qebûl kirin e. Ev yek wê bandorê li hevpeyman, hevalbend û têgihiştina me ya ser girîngiya herêma Pasîfîk ya ji bo Ewropayê bike.”

Dîplomatekî payebilind ê Frensî ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji ajansa Associated Press (AP) re got,

“Rewş di qonaxa “krîzê” de ye.

Amerîka, Ingilîstan û Awusturalya li dijî çînê tifaqa leşkerî avakirin

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Karîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Awistralyayê jî eşkere kir ku armanca wan ew e bibin xwedî 8 keştiyên bin avî yên nukleerî

Piştî hersê lîderan lihev kir, peyman bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.

Le Drian: Awistralya ji piştê ve kêr li me da

Le Drian di daxuyaniya xwe ya roja Pêşemê dayî de jî wiha gotibû:

“Bi tevahî bêbingehe.

Bi rastî ji piştê ve kêr li me hate dayîn.

Me têkiliyek pêbaweriyê bi Avusturalya re danîbû û îxanet li vê baweriyê hate kirin.

Ev di navbera hevalbendan de nayê kirin.”

Ji 2015’an ve Awistralya bi Fransa re li ser helberandina keştiyên binav ku bi nirxê 43 milyar dolar bû dixebitî.

Piştre ev yek ji bo 90 milyarî hate zêdekirin.

Lê niha Awistralya ev peyman betal kir û bi DYA re peymanek nû çêkir.

Ji roja despêkê ya ragihandina peymanê re, ji Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Fransa li hemberî Awistralya daxuyaniyên tund têne dayîn.

Back to top button