NY ji ber germahiyê hişyarî da: Cîhan, li ser rêyek xeternake

Çavsorî û hêrsa dewlemendiyê cîhanê ber bi felaketekê ve dibe.

Ji ber qezenceke hîn zêdetir, gaza sera atmosferê tejî dike.

Ev yek ji dibe sedema guherîna rewşa avhewa û ev guherîn ji herî zêde di sala 2021’an de me li ber çavê xwe dît.

NY careke din hişyariya vê yekê da û got,

Cîhan li ser rêyek felaketê ye.

Ger pêşî li vê yekê neyê girtin, wê gelek kes bimrin.

Tevî hemû nîşaneyên ber biçav, lê hîna jî tevdîrên pêwist yên rê li pêşiya guherîna rewş avhewa vedikin nehatine girtin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya nû ya têkildarî guherîna avhewayê weşand.

Di raporê de, hedefa Peymana Avhewa ya Parîsê hate bibîrxistin û hate gotin,

Ew ji armancên daxistina germahiyê bi 2 pileyan durin.

Emisyonên gaza serayê wê heta 2030’an ji sedî 16 zêde bibe.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres piştî eşkerekirina raporê axivî û got,

Heta welat ji bo kêmkirina gaza sera, hîn zêdetir nebin xwedî biryar em ê ber bi paşerojeke hîn germtir ve herin.

Antonio Guterres diyar kir ku “Cîhan ber bi zêdebûna germahiya 2.7 pileyî ve diçe û ev yek weke karesatekê binav kir.

Eger hedefa Peymana Avhewayê ya Parîsê ya zêdekirina germahiya global li 1,5 pileyî neyê bicih anîn, dibe ku gelek mirin çêbin.

Guterres anî ziman ku ji bo biser-xistina armanca navborî derfeta wan hene, lê dem zû diqede.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îşaret bi welatên G20 kir û dazanîn, ev welat ji sedî 80’ê gazên serayê yên gerdûnî berpirsiyar in.

Divê heta 2030 emîsyonên gaza serayê ji sedî 45 kêm bibe.

Neteweyên Yekbûyî îdîa dike ku ji bo bicihanîna hedefa Peymana Parîsê, pêwiste emisyon werin kêmkirin û heta 2050 rê li ber zêdebûna gaza sera ya diçe at-mosferê jî bigre.

Back to top button