Leşkerên Tirk du caran jineke Êzidî ji Efrîna dagirkirî direvînin

Sûc û Kiryarên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Jina Êzidî Arîn Delê Hesen a berî niha 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû revandin, careke din hate revandin.

Jina ciwan a Êzidî Arîn Delê Hesen a li gundê Kîmar a Şêrewa dimîne, cara duyemîn ji aliyê leşkerên Tirk ve hate revandin.

Çeteyên El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk ji bo Arîn berdin daxwaza hezar dorlar fîdye dikin.

Berî niha Arîn Delê Hesen 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê heman komê ve hatibû girtin, piştî girtina salekê hatibû berdan.

Arîn yek ji wan jinên di girtîgeha Efrîn a navendî ya li taxa Mehmûdiyê de bû ku dîmenên wan belav bibûn.

Heya niha çarenûsa Arîn Delê Hesennayê zanîn.

Çeteyan kalemêrek ji gundê Kurzêlê revand û îşkence kir

Li aliyekî din jî piştî ku ENKS’ê bi sozên derew hin şênî xapandin û di encama vegera wan de ji Efrînê tên revandin.

Kalemêrê bi navê Mihemed El-Xêr Hesen Hemo yê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê, dema dighêje gund, yekser ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve tê revandin.

Hat diyar kirin Mihemed Hemo nexweşiya dil pê re ye û piştî ku çeteyan îşkence lê kiriye rewşa wî xirab bûye û wî berdidin.

Back to top button