Wek Ronahî TV em sersaxî ji malbata Omer re dixwazin

Îro vê sibehê bavê pêşkêşvana me Bêrîvan Omer, Imer Omer ji ber nexweşiya Coronayê jiyana xwe ji dest da, em weke hevalên wê û bi navê Ronahî TV sersaxiyê ji malbatê re dixwazin û dibêjin serê we sax be.

Imer Umer welatparêzê kurd di salên dem dirêj ji bo civaka xwe xebat kir.

Imer Umer di temenê xwe yê mezin de bi nexeşiya coronayê ket.

Piştî heftiyekê ji nexweşiya Corona, îro li nexweşxaneya Bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da..

Em jî wek xebatkarên Ronahî Tv, sersaxiyê ji malbata pêşkêşvana me Bêrivan Omer re dixwazin..

Imer Umer ji gundê Rîhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, li gund jiyan dikir.

Back to top button