Meclisên Efrîn, Şehba û Heleb şehîdkirina Yasîn Bulut şermezar kirin

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişa li ser şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed ku duh li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve şehîd bû, zêde dibin.

Meclisên malbatên şehîdan ên Heleb, Şehba, Efrînê û herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda şehîdxistina pêşengê Kurd Şukrî Serhed, şermezar kirin. Di daxuyaniyan de bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên qirker helwestê nîşan bidin.

Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a MÎT doh li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê êrişek li dijî şoreşgerê Kurd Yasîn Bûlût bi navê din Şukrî Serhed pêk anî.

Di encama êrişê de Şukrî Serhed ku di heman demê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê li ber mala ku lê dima hat şehîd kirin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên qirker, gelê Kurd nerazîbûnên xwe nîşan didin..

Meclisên malbatên şehîdan ên Heleb, Şehba û Efrînê bi daxuyaniyên cuda şehidxistina Yasîn Bulut şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku dewleta Tirk, MÎT a girêdayî wê û PDK’ê, welatparêzan armanc dikin û wan şehîd dixin.

Meclisan bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd û gelên herêmê rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyan de soza berdewamkirina rêya şehîdan hat dayîn.

Herêma Cizîrê banga girtina kujerên şehîd Yasîn Bulut kir

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê jî têkildarî şehîdxistina Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) daxuyanî dan.

Daxuyanî li navçe û bajarên cuda yên herêma Cizîrê li pêşiya navendên meclisên malbatên şehîdan, hate xwendin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi rêbazên ku dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê li dijî têkoşerên Kurd pêk tîne, hate kirin û hat gotin dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.

Hat diyar kirin çawa gelê kurd di serdemên borî de bi hezaran şehîd dan û destkeftiyên mezin bi dest xistin, niha jî li dijî van siyasetan li ber xwe dide û têdikoşe.

Her dawî Meclisan bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku bi lez detayên êrişê eşkere bike, sûcdaran bigire û wan dadgeh bike.

Back to top button