Di encama 2 teqînan li Paytexta Efxanistan Kabul de 3 kes mirin

Îro careke din paytexta Efxanistan Kabul bi teqînan hejiya. Di encama 2 teqînan de, 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Novostiyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî hêzên ewlekariyê yên Kabulê li paytextê 2 teqîn pêk hatin.

Heman çavkanî got teqîna yekem li herêma Dashti Brashi pêk hatî û di encamê de birîndar çêbûn.

Teqîna duyemîn jî li herêma Irfani Hargoti bû lê agahiyên der barê encamên wê de nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku tora Russia Today ragihandine, di encama teqîna yekem ku li herêma Dashti Brashi qewimiye 3 kes hatine kuştin û nêzî 18 kes jî birîndar bûne.

Di nava birîndaran de zarok û çekdarên Talîbanê jî hene.

Back to top button