HPG: Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre hemû rêbazan bikartîne

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsanê ve êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê li hember berxwedana dîrokî ya gerîla nikare bi pêşde biçe û windahiyên mezin dide.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ji bo têkçûna xwe ya li hember berxwedana gerîla veşêre, her cure rêbazan bikartîne.

Nêzî 5 meh in gerîlayên azadiyê li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîla ji ANF’ê re axivî.

Yektaş bal kişande li ser nûçeyên derew yên artêşa Tirk ku belav dike û diyar kir artêşa Tirk ya dagirker ku li hember hêzên gerîla têk diçe her cure rêbaza şerê taybet bikartîne û hewl dide ku ser têkçûna xwe bigire.

Yektaş da zanîn di nava 5 mehan de şerekî giran hate kirin û wiha got,

“Hevalên me ji Bakurê Kurdistanê heta bi Qadên Parastinê yên Medyayê taktîkên gerîlayê serdema nû hemûyan bi hostayî bi kar tîne û her roj artêşa Tirk windahiyan dide. Gerîla ji Avaşînê heta Heftenînê di nava tevgerê de ye.

Dewleta Tirk dema ku ti encamê bi dest naxe çekên kimyewî yên qedexe bikartîne. Herî dawî li Girê Sor 6 hevrêyên me bi çekên kimyewî şehîd bûn.”

Yektaş bal kişande li ser nûçeteyên derew yên medya şerê taybet yên li dijî gerîla û diyar kir medyaya bi ser PDK jî, weke parçeyek ji medyaya şerê taybet ê Tirk tevdigere, çavê xwe li rastiyan digire û nûçeyên derew belav dike.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş êrişa li herêma Xelîfanê yên li dijî gerîla jî nirxand û wiha got,

“Bêdengiya PDK’ê ya di vê mijarê de didome. Ev bêdengî jî tê wateya kirinê. Heta niha ti daxuyaniyek veşartî û vekirî gihiştî me nîne.”

Back to top button