HPG: Li Girê Silêman yê Avaşînê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê rojane bi çalakiyan derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin. Hêzên gerîla li herêmên Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê çalakî kirin.

HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de bi qasî hate zelalkirin, 2 dagirker hatin cezakirin, helîkopterkek jî hate derbkirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de li dijî êrişên artêşa Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir,

“17’ê Îlonê hêzên gerîla li dijî dagirkerên li Girê Silêman ya herêma Avaşînê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiya serketî de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê rakirin.

Heman rojê artêşa Tirk bi çekên giran û bombeyan Qada Berxwedanê Werxelê bombebaran kirin û xwestin şevê bi pêş ve bên. Di encama bersivdana Berxwedêrên Werxelê de, şerekî dijwar qewimî û berxwedêrên Werxelê rê nedan ku dagirker bi pêş ve bên.”

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla heman rojê di çarçoveya Pêngava Şorşegerî ya Cenga Xabûrê de, jî li herêma Metîna jî li dagirkeran dan û ev agahî parve kir,

“Helîkopterên xwestin ku qada Hiror û Kêste bombebaran bikin, hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve lê dan. Di encama çalakiyan, helîkopterek derb lê ket û neçar ma ku ji qadê bireve.”

HPG’ê diyar kir 17’ê Îlonê devera Kafya ya bi ser herêma Garê,

Derdora navçeya Kanî Masî ya Amêdiyê û devera Kordîne ya Metîna û devera Karker û Saca ya herêma Zapê bi helîkopter, balafirên şer û hawanan hatin bombebarankirin.

Back to top button