Serokomarê berê yê Cezayîr Buteflîqa wefat kir

Serokomarê berê yê Cezayîr Ebdulezîz Butefliqa yê 20 salan welat birêve bir, wefat kir.

Serokomara Cezayîr bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Buteflîqa (84) wefat kir.

Di daxuyaniyê de li ser sedema wefatê ti agahiyên berfireh ne hatin dayîn.

Serokomarê berê Bouteflîqa 1999’an piştî şerê navxweyî bû serokomarê welat.

Tevî pirsgirêkên tenduristiyê heta 2015’an desthilatdariya xwe dewam kir.

Di hilbijartina 2019’an de cara 5. Butîflîqa xwest careke din namzetiya xwe dêne.

Ev yek bû sedema ku li nava civakê bertek derbikevin.

Piştî ku artêşê jî piştevaniya pêla xwepêşandêran kir, piştevaniya ji bo Butiflîqa kêm bû.

Ev yek jî bo sedema ku Butiflîqa Nîsana 2019’an neçar bimêne dest ji erka serokomariyê berde.

Back to top button