Li Waşîngton ji bo kesê ji ber Corona mirine 670 hezar alên spî hatin danîn

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji bo kesên ji ber vîrûsa corona mirine alên spî hatin danîn.
Li paytext Waşîngton nêzî 670 hezar al hatin daliqandin.

Li baxçeyê National Mall yê li paytext Waşîngtonê ji bo kesên li welat ji ber vîrûsa Corona mirine, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîma pêşengaha bi navê “‘In America: Remember” de zêdeyî 670. 000 alên spî hatin daliqandin.

Pêşengeh wê heta 3 Mijdarê dewam bike.

Tevî alên li erdê hatine danîn, bi dirêjahiya 6 kîlometreyan rê û cihê kesên serdanê bike jî şerîdên spî hatine kişandin.

Hunermend Suzanne Brennan Firstenberg yê proje amade kiriye got;

“Gava ku jimar pir mezin dibe têgihîştina mirovan pir zehmet dibe.

Ji ber wê yekê min ji xwest vê rewşê veguherînim fizîkî.

Firstenberg anî ziman ku ew hêvî dike bi vê pêşengehê ji bo fikirandina lêçûnên ji ber vîrûsê bide hîskirin.

Back to top button