Hêzên Antî Terorê 27 çete li gundewarên Hesekê girtin

Tevgera şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li herêmê zêde bûne. Hêzên parastinê jî di nav liv û tevgerê de ne û operasyonên xwe dewam dikin. Hêzên Antî Terorê yên bi ser Asayîşê ve, duh 27 çete li gundewarên Hesekê girtin.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê encamên operasyonên serdegirtinê yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin, eşkere kir.

Hêzên Asayîşê ragihand ku HAT’ê 27 çete li gundên Abid û Felaha yên Hesekê girtin.

Hat diyar kirin Çeteyên ku hatine giritn êriş li dijî sivîlan pêk dianîn û tevgera şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan dikirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Antî Terorê beriya ku operasyonê li dar bixe, xebatên lêpirsîn û şopandinê dabûn destpêkirin.

Di operasyona serdegirtinê ya Hêzên Antî Terorê de, gelek çek û alavên teknîkî jî hatin desteser kirin.

Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên ku tevliheviyê di nav gel de belav dikin, bê bandor bikin.

Back to top button