Tevgera Ciwanên Ewropa li dijî erişan banga seferberiyê kir

Tevgera ciwanên Ewropa, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkarî û xiyaneta PDK’ê, bi daxuyaniyekê banga seferberiyê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi daxuyaniyekê, bang li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir ku li dijî xiyanet, faşîzm, êrîşên qirkirinê û tecrîdê tevlî seferberiyê bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bang li ciwanan kirin û got:

”Divê ciwan bi şîara Dem dema azadiyê ye’ xwe bi rêxistin bikin, xwe bi berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûrayê lehengiyên mezin dikin re bikin yek û wiha ji bo vê pêvajoyê bibin bersiv.”

Back to top button