JINÊN TIRBESPIYÊ BI MEŞEKÊ TECRÎD ŞERMEZAR KIR

Piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re li bakur û rojhilatê sûrî dewam dike. Di vê çarçoveyê de îro li Tirbespiyê û Til Temir gel daketin qadan. Şêniyan bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re çalakî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de jinên navçaya Tirbesiyê bi slogana “Bi rihê berxwedana zindanan em ê rêya serkeftin û rizgarkirinê berdewam bikin” daketin qadan û tecrîd şermezar kirin

Meş li pêşiya meclisa navçeya Tirbespiyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Nalîn Temo axivî berxwedana çalakgeran silav kir.

LI TIL TEMIRÊ XELK LI QADAN BÛN

Li navçeya Til Temirê jî Kongra Star û TEV-DEMê meşek li dar xist.

Meş heta çerxeriya Şehîd Qendîl dewam kir û li wir meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de li ser navê Kongreya Star û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn piştgiriya xwe bi çalakgerên grevên birçîbûnê re nîşan dan.

 

Leave a Reply

Back to top button