Siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên Başûr serdana konê sersaxiyê yê Şukrî Serhed kirin

Şoreşgerê Kurd û endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed duh li Silêmaniyê bi êrişeke ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate şehîdkirin.

Îro li bajarê Silêmaniyê li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdkirin, merasîma konê sersaxiyê hate vekirin.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî di nav de, bi sedan ji nûnerên partiyan, siyasetmedar, mamosta, rewşenbîr û bi sedan xelkê Başûrê Kurdistanê serdana konê sersaxiyê kirin.

Şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed ku endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bû, duh di encameke êrîşekê ji aliyê MIT’a Tirk ve li bajarê Silêmaniyhê şehîd bû.

Welatiyên Kurd ji her deverên başûrê Kurdistanê şehîdê Tevgera azadiyê bi merasîmekê oxir kir.

Îro jî, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdkirin, li Taxa Çarçira ya li Silêmaniyê, konê sersaxiyê hate vedan.

Bi sedan nûnerên partiyan, siyasetmedar, mamosta, rewşenbîr û bi sedan xelkê Başûrê Kurdistanê serdana konê sersaxiyê kirin.

Lahor Şêx cengî serdana konê sersaxiyê kir

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî serdana konê sersaxiyê kir.

Lahor Şêx Cengî erîşa dijî şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed bi tundî şermezarkir û wiha got:

“Mixabin ev karesatek mezinbû, karek gelek nexweş bû û ez bi tûndî şeremzar dikim. Hêvîdarim saziyên îstîxbaratê demek zû de van kesan bigrin. Silêmanî hertim bûye dergûşa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.”

Back to top button