Meclisa Girê Spî komkujiya li dijî gundê Dibis şeremzar kir

Duh, artêşa Tirk li gundê Dibis ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî.
Di encama vê yekê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Herêma Girê Spî îro bi daxuyaniyekê ev komkujî şeremzar kir.

Meclisê li pêşiya baregeha Rûsî ya li Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan û şêniyên navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Rûs û hikumeta Şamê ku li ser esasê peymanekê li herêmê bi cih bûne, li hemberî van sûc û êrîşan bêdeng in û tu helwestê nîşan nadin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî û herêmî kir ku li dijî sûcên dagirkeran ku derveyî peymanên navnetweyî ne, helwestekê nîşan bidin.

Her wiha meclisê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk piştgiriya QSD`ê bikin.

Back to top button