NÛJÎN DÊRIK: TIRKIYÊ YEKSER DESTEKA ŞANE Û KOMÊN TERORÎST DIKE

Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê di demên dawiyê de li bajarên Reqa, Minbic û Tebqayê gelek teqîn pêk anîn.

Ji bo tunekirina tinekirina van çeteyan Hêzên Ewlehiya Hundirîn lez dane operasyon xwe.

Berdevka Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik li ser operasyonan axivî û got:

Hêzên Ewlehiya Hundirîn gelek şane û komên çete tune kirin, piştî lêpirsînan eşkere bû ku komên çete desteka xwe yekser ji Tirkiyê digirin.

Berdevka Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik têkildarî encamê operasyonên li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Hawarê re axivî.

Nûjîn Dêrîk destnîşan kir ku piştî DAIŞ`ê, herêm derbasî pêvajoya tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê bû.

Nûjîn destnîşan kir ku çete gelek bûyerên xwekuj li herêmên Reqa, Tebqa û Minbicê bi tayebt li Dêrazorê pêk tînin û wiha dewam kir:

Ew şane ne tenê girêdayî DAIŞ`ê ne, girêdayî rêjîm û Tirkiyê jî ne.

Her du alî di bin navê DAIŞ`ê de û bi riya şaneyên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Hewl didin ji raya giştî re xuya bikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ewle ne.

Lê hêzên me gelek êrîş rawestandin û kesên ku ew kirinên sûcdar dikirin girtin.”

Nûjîn tekez kir ku Hêzên Taybet ên ewlehiyê rêze operasyonên serkeftî pêk anîn.

Di encamê de bi dehan komên çete ku bûyerên xwekuj an jî êrîş plan dikirin girtin.

Berdevka Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê van operasyonan de jî ev agahî da.

Hêzên me gelek komên girêdayî MIT’a Tirk , rêjîma Sûriyê , Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê girtine.

Di encama lêpirsînan de diyarbû ku ew kom palnên xwe li bajarên Bab, Cerablus û Idlibê plan dikin ev herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de.

Tirkiyê ji wan re çek, cabilxane û tevahiya cureyên teqemeniyan pêşkêş dike.

Tirkiye yekser desteka şane û komên terorîst dike.

Hêzên me jî wê nuqteyên kontrolkirinê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin û Operasyonên li dijî terorîstan pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button