Artêşa Tirk gundewarê Minbic û Til Temirê topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk a qirker û çeteyê wê li dijî herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî yê li bakur rojavayê Minbicê gundê Um Edese topbaran dike.

Li gorî agahiyan, topbarana li ser gund dewam dike û heta van kêliyan 3 top li gund ketine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dûh êvarê gundê Dirdara yê Til Temirê careke din bi dijwarî topbaran kirin.

Ev çar roj in bê navber gund tê topbarankirin.

Di encama topbaranê de ziyanên mezin gihîşt şûnwarê gund.

Topbarana ku derengiya şevê destpêkir heta berbangê berdewam kir.

Artêşa dewleta Tirk gundên Miniq û Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kir, leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Back to top button