Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî sivîlan bê navber didomin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî keçek revand.
Li gorî agahiyên ku ji Girê Spî ya dagirkirî hatine girtin, çeteyên li benda kontrolê ya Um El-Xeratîm ê nêzî bajarokê Elî Baciliyê keçek revandin û birin cihekî ne diyar.
Çavkaniyan diyar kirin ku keça hatiye revandin navê wê Kewser El-Ebid e.
17’ê îlonê jî çeteyên Tirkî li Efrînê jina Êzîdî Arîn Delê Hesen û kale-mêrek revandin.