”Ev qetlkirin li dijî nirxê me yê li Başûrê Kurdistanê ye”

Ji bo şehîd Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) konê sersaxiyê hat vegirtin.

Di bin kon de hat diyarkirin ku şehîdkirina Şukrî Serhed li dijî azadiya gelê Kurd bû.

Doh konê sersaxiyê yê ji bo Şukrî Serhed li cihê ku lê şehîd bûyî hat vegirtin.

Kesên ku tevlî taziyê bûn destegulek li cihê Şukrî Serhed lê şehîd bûyî danîn.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê Îbrahîm Mihemed li bin kon axivî.

Îbrahîm Mihemed diyar kir ku destê xiyanetê li bajarê rewşenbîrî, şoreşgerek şehîd kir û got,

”Divê helwesta hemû welatparêzan û mirovperwerekê li dijî vê hebe.”

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah jî axivî.

Mihemed Abdullah anî ziman ku şehîdkirina Şukrî Serhed li dijî azadiya gelê Kurd bû û got,

”Ev sûc li dijî me hemûyane, ev qetilkirin li dijî nirxê me yê li Başûrê Kurdistanê ye.”

Back to top button