Remzî Kartal: Em di pêvajoya hilweşandina faşîzmê de ne

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal encama salekê ya “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” weke pêvajoya hilweşandina faşîzmê binav kir.

Kartal ji bo mosogeriya serkeftina pêngavê careke din girîngiya pêkanîna yekîtiya netewî anî ziman û di vî warî de bang li PDK’ê kir ku nebe hevkarê êrişên dewleta Tirk.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Pêngava “Dem Dema Azadiyê”, têkoşîna gelê Kurd li dijî dagirkeriyê û hevkariya hin aliyên Kurd li gel dewleta Tirk ji Ajansa ANHA re nirxandin.

Remzî Kartal anî ziman ku pênagava “dema azadiyê” rê neda dewleta Tirk armancên xwe ên dagirker pêk bîne û got:

“Dewleta Tirk a faşîst hemû hêviyên xwe li ser têkbirina tevgera azadiyê ava kirin.

Lê di serî de berxwedana gerîlla, têkoşîna gelê me ya li Kurdistan û cîhanê rê neda vê yekê.

Lê belê berxwedana gerîla li her derê deng veda.

Dewleta Tirk nekarî xwe ji krîza aborî, siyasî û civakî rizgar bike û krîz kûrtir bû.

Gelê me di vê pêvajoyê de tevî dijwariya êrişan jî navber neda çalakiyên xwe.”

Her çendî em nikarin bibêjin ku encameke têra xwe serkeftî pêk hatibe jî lê belê pêvajoyê nîşan da ku di dema nû de raperîneke mezin dikare pêk were.

Remî Kartal anî ziman ku tevgera wan sala nû ya pêngavê weke ‘Misogerkirina azadiya rêber Ocalan” diyar kirine û got:

Xeyalên sed salan ên mêtingeriya Tirk pûç dibin.

Wê bisernekevin.

Ev yek jî encama têkoşîna rêber Apo, berxwedana gerîla û gelê me ye.

Bi vê biryardariyê em sala nû ya pêngavê weke sala azadiya rêber Apo pêşwaz dikin.

Di warê hilweşandina faşîzmê de em gel û tevgera me bi biryar in.

Şert û mercên vê serkeftinê jî hene.

Divê PDK’ê nebe hevkarê êrişên dewleta Tirk

Remzî Kartal diyar kir ku yekîtî û tifaqa gelê Kurd wê rê li ber serkeftinê vekin û got:

Divê Kurd li ser bingeha yekitiya neteweyî û civakî bersivê bidin dewleta qirker.

Bê guman di vê pêvajoyê de divê hemû partî û bi taybetî PDK êdî bibînin ku Kurd ne Kurdên berê ne.

Em dizanin ku dewleta Tirk li çar aliyên Kurdistanê hewl dide gelê me qir bike.

Ji ber vê yekê dixwaze hin aliyên Kurd bike hevparê van êrişên xwe.

Divê PDK di vî warî de hişyar be.

Nebe hevkarê dagirkeran.

Berovajî eger di vê siyaseta xwe de israr bike, wê hem zerarê bide xwe û hem jî bide doza azadiya gelê Kurd.

Tevgera me eşkere alîgir e ku PDK’ê bike beşeke ji tifaqa netewa Kurd.

Lê mixabin li şûna parastina berjewendiyên gelê Kurd, PDK’ê rêya hevkariya li gel dewleta Tirk hilbijartiye.

Divê hemû partiyên siyasî yên Kurdan, bi taybetî PDK, vê bibînin.

Gelê Kurd wê ti carî hevkariya bi qirkeran re qebûl neke.

Back to top button