KJK: Wê qonaxa 2. a pêngava me dewam bike

Beriya salekê KJK’ê pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ ragihandibû.

Ji bo tevlibûna ji pêngavê re jinan li Kurdistanê û derveyî welat jî çalakiyên cur be cur pêk anîn û xwedî li pêngavê derketin.

KJK’ê bi rasthatina salvegera yekê ya pêngavê daxuyaniyek da û jinên ku tevli pêngavê bûne silav kir.

KJK’ê da zanîn ku wê qonaxa dudiyan a pênagava xwe dewam bikin û bi tecrubeyên ku ji par girtine pêngavê geştir bikin.

22’ê Îlona 2020’an KJK’ê pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ ragihand.

KJK’ê jin, gel û hêzên demokrasî yên tevlî pêngavê bûn silav kir, behsa çalakiyên li Kurdistanê û Ewropayê yên di çarçoveya pêngavê de kir û got,

”Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya jinan û ciwanan asteke xurt a berxwedanê derketiye holê. Tarîtî û bêdengiya ku faşîzm dixwaze biafirîne, hatiye parçekirin. Dayikên Kurd li hemberî êşkenceya dewleta Tirk nirxên azadiyê, nasnameya Kurdistanê û mafên şehîd û girtiyan parastine”.

Li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî qirkirina jinan, tecrîdkirina Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk çalakiyên girseyî pêk hatin.

KJK’ê bal kişand ser Pergala Neteweya Demokratîk ya li Sûrî û got,

”Bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî, Tirkmen û Çerkez modela neteweya demokratîk pêk tê”.

KJK’ê behsa berxwedana jinên li Şengalê jî kir, û anî ziman ku li hember êrişên li dijî xweseriya Şengalê jin têkoşiyan.

KJK’ê rewşa zehmet a jinan li başûrê Kurdistanê destnîşan kir.

”Li gelek saziyên jinan mêr dibin rêveber, destûr nayê dayîn ku jin rêxistinbûnên xwe yên xweser ava bikin. Li Başûrê Kurdistanê tundiya li jinan û xwekuştin hê jî didome. Jin li Başûr vî tiştî qebûl nakin û li ber xwe didin.”

KJK’ê pêngava ‘Sed sedem ji bo darizandina dîktator’ ya li Ewropayê weke pêngaveke serkeftî bi nav kir û da zanîn ku wê pêngava wan dewam bike, bi tecrubeyên ku ji sala par girtine pêngavê geştir bikin û got,

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de armanca me azadkirina Rêbertî, bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê, têkbirina desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku her kes di nava refên berxwedanê de cihê xwe bigire da ku azadî pêk bê.

Back to top button